Li Sûriyeyê hejmara kesên bi vîrûsê ketin bûn 4 kes

Rêveberiya Tendirustiya Sûriyeyê ragihand ku li ser 3’ê kesên din nexweşiya koronavîrûsê hate tesbît kirin. Li gorî daxuyaniya fermî hejmara kesên bi vîrûsê ketine bûn 4 kes.

Rêveberiya Tendirustiya Sûriyeyê da diyarkirin ku her 3’ê kesên ku bi nexweşiya koronavîrûsê ketin li herêma El-Dîwêr a paytext Şamê hetine tesbîtkirin.

Rêvebirê Tendirustiyê Nizar Yazci di 22’ê Adarê de dabû diyarkirin ku li welat kesek bi nexweşiya koronavîrûsê hate tesbîtkirin.