Li Girê Spî çeteyan li hev dan: Sivîlek hate kuştin

Li Girê Spî ya dagirkirî di navbera dewleta Tirk û çeteyên wê de şer çêbû. Hate diyarkirin ku di şer de sivîlek hatiye kuştin.

Li gorî ANHA’yê ku wê jî xwe spartiye çavkaniyên herêmî li Taxa Şerqê ya Girê Spî di navbera çeteyên Ehrar El Şarkiya û Cephe El Şamiya de şer çêbû. Hate diyarkirin ku di şer de sivîlê bi navê Beşar El Seed hatiye kuştin.

Çavkaniyan diyar kirine ku çeteyên girêdayî dewleta Tirk li bejahiya Girê Spî û li gundên Eyn Îsayê çeteyên dewleta Tirk a dagirker girtine ser malan û dest bi revandina sivîlan kirine.