Di êrîşa ser Girkê Legê de, du welatî hatin qetilkirin

Hate ragihandin ku di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a bi balafirên bêmirov û biçek li ser Girkê Legê ya girêdayî Kantona Qamişloyê pêk anî de, du kes hatin qetilkirin.

Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmî, balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker li xaçrêya gundê Til Ceman (5 km dûrî navçeya Girkê Legê ye) ya girêdayî kantona Qamişlo, wesayîtek bombe kiribû.

Hate diyarkirin u di êrîşê de 2 welatî şehîd bûne.

Heta niha Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî mijarê tu daxuyanî nedaye.