Dewleta Tirk li Zirganê leşkerên Şamê hedef girt

Dewleta Tirk a dagirker êrîşî baregeheke hêzên hikûmeta Şamê ya li Zirganê kir û di encamê de leşkerekî hikûmeta Şamê birîndar bû.

Li gorî nûçeya ANHA’yê, artêşa Tirk a dagirker gundê Bobî yê bakurê rojavayê navenda navçeya Ziraganê bi obusên giran bombebaran dikin.

Di bombebaranê de noqteyek a hêzên hikûmeta Şamê bû hedef û di encamê de leşkerekî hikûmeta Şamê yê bi navê Ebdurehman Hedlan birîndar bû.

Birîndar rakirin Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn a Til Temirê.