Dewleta Tirk li Şehbayê du zarok birîndar kirin

Artêşa Tirk a dagirker gundê Şêx Îsa yê Kantona Şehbayê bombe kir û 2 zarok birîndar kirin.

Li gorî agahiyên berdest dagrikeran ji baregeha gundê Marî gundê Şêx Îsa bombekir.

Li gorî agahiyên xwecih bi kêmanî 5 top li gund ketin. 20'ê Cotmehê jî dewleta Tirk a dagirker êrîş biribû ser eynî gundî û du zarok birîndar bûbûn.

Her wiha li eynî gundê du leşkerên rejîma Şamê jî birîndar bûbû.