Dewleta Tirk Kobanê bombebaran kir

Dewleta Tirk a dagirker gelek gundên rojhilat û rojavayê bajarê Kobanê yê Rojava bombebaran kir.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, dewleta Tirk 3 caran gundê Çarqelê yê dikeve rojavayê Kobanê bombebaran kir. Di êrîşê de endamekî hêzên hikûmeta Şamê birîndar bû.

Di heman demê de gundên Xerabîsan û Goran ên rojhilatê Kobanê jî hatin bombebarankirin. Hat ragihandin ku di êrîşê de balafirên bêmirov û biçek jî hatiye karanîn.