Dagirkeran bombe li gundên Efrîn û Til Temirê barandin

Artêşa Tirk a dagirker bi topan bombe li gundên navçeyên Şera û Şêrawa yên Efrînê û gundekî Til Temirê barandin.

Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a ANHA'yê, artêşa Tirk a dagirker bombe li Gundê Mezin ê navçeya Şêrawa ya Efrînê barandin.

Hate ragihandin ku bi dehan top lu nava gund ketine.

Li navçeya Şerayê jî gundên Îrşadiyê û Kefer Antûnê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hate bombekirin.

Dagirkeran di heman demê de topbaran li gundê Dirdara yê li bakurê navçeya Til Temirê barandin.