Dagirkeran bombe li Eyn Îsa barandin

Dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran bombe li Eyn Îsa barandin.

Bi dijwarî dewleta Tirk û çeteyên wê navenda navçeya Eyn Îsa dan ber bombeyan.

Êrîşên li ser herêmê yên berfireh di nava hefteyê de pêk hatin, di nava hêzên dagirker û şervanên QSD’ê de şer qewimîbû. Di şer de serçeteyekî berê yê DAÎŞ’ê jî di nav de 18 dagirker û leşer hatibûn kuştin.