Êrişên dagirkeran didome

Artêşa Tirk a dagirker 3 gundên Şêrawa û Til Rifat topbaran kir û êrişî nuqteyek ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê kir.

Dewleta Tirk a dagirker bi artêşa çeteyên xwe yên DAÎŞ û Elnûsrayê avakirî bi obusan gundên Bircqusê, Hirşê û Soxanekê yên Şêrawa topbaran kir. 9 obus li her sê gundan ketiye.

Artêşa çeteyan 4 guleyên obusan li navçeya Til Rifat a Şehbayê jî barandin. Her wiha êrişê nuqteyeke ayîdê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê kirin.

Balafirên keşfê yên dewleta Tirk ku ev hefteyeke li ser Kobanê difirin, îro jî firiyan.