Çeteyên dewleta Tirk li Racoya Efrînê oldarek revandin

Çeteyên bi navê El-Muntesir Billah ên dewleta Tirk a dagirker, li gundê Qûpê ya Racoya Efrînê oldarek revandin.

Li gorî çavkaniyekî ji kantona Efrînê ya di bin dagirkeriya dewleta Tirk de , çeteyên bi navê El-Muntesir Billah oldar û melayê mizgeftê revandine. Hate diyarkirin Şêx Mihemed Mihemed (44) kurê Şêx Reşîd yê bi navê ‘Xoce Elkê’ tê nasîn û berê li Gerînendeya Kar û Barên Olî ya Efrînê kar dikir, ji aliyê çeteyan hatiye revandin. 

Hate ragihandin aqûbeta kesê hatiye revandin nayê zanîn.