Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Girê Spî 7 kes revandin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê avêtin ser bajarok û gundên kantona Girê Spî û 7 kes revandin.

Hat zanîn ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker duh 4 kes ji gundê Qeyserî yê li başûrê Girê Sipî revandin. Li gorî agahiyên, kesên hatin revandin ji eşîra El Hinadane.

Her wiha hat zanîn ku çeteyên Cebhet El Şamiyê jî ji gundekî li rojhilatê Girê Sipî 3 kesên ji eşîra El Meşhur revandine.

Li gorî çavkaniyên herêmî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di van 3 rojan de gelekî sivîlan direvînin.