ROJAVA-SÛRIYE
Nûçeyên Dawî
-
Li Efrînê 6 kesên din hatin revandin
Dewleta Tirk a dagirker li gundê Biyê yê Şêrawa 6 kesên din revandin. -
Ehmedê Pîrê: Bi berxwedanek hevpar em dikarin tecrîda girankirî bişkînin
Ehmedê Pîrê nerazîbûn nîşanî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û got, "Bi têkoşîn û berxwedanek hevpar em dikarin pêşî li tecrîda girankirî bigrin û dawî li şerê qirkirinê bînin." -
Dewleta Tirk li Şêrawa welatiyek qetil kir
Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Şêrawa ya Kantona Efrînê welatiyê bi navê Seîd Ehmed Şêx Elî qetil kir. -
HRE: Li Marê û Şêrawayê 8 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku li herêmên Marê û Şêrawayê di şer de 8 leşkerên Tirk ên dagirker hatine kuştin. -
MSD’ê li Kobanê civînek li dar xist
Ji ber gefên ku dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwe Meclîsa Sûriyeyê ya Demokrat li Kobanê bi siyasetmedar, şêxên eşîran û saziyên Rêveberiya Xweser re civînek li dar xist. -
'Dewleta Tirk dixwaze bi rêya tecrîdê gelê Kurd biêşîne'
Endamê Înîsiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Haşim Hiso diyar kir ku dewleta Tirk bi rêya tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwaze gelê Kurd biêşîne. -
QSD: 2 serçete hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku 2 serçeteyên DAÎŞ'ê yên amadekarî ji êrîşekê re dikirin hatine kuştin. -
'Em ê bi yekîtiyê planên Osmaniya nû têk bibin'
Dîroknasê Sûryanî Hana Sawnî diyar kir ku Erdogan dîroka bi xwîn a Osmaniyan vedigerîne û wiha got: “Dewleta Tirk bi gefên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwaze planê xwe ya dagirkeriyê û qirkirina gelan bidomîne.” -
Li Girê Spî çeteyek hate kuştin û yek jî birîndar bû
Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê diyar kir ku hêzên dagirker xwestine têkevin gundekî Girê Spî lê ev hewldana dagirker û çeteyan hatiye pûçkirin. -
'Bi bikaranîna çekên kîmyewî dixwaze têkçûna xwe veşêre'
Parêzer Mustefa Şêx Mislim bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi kar tîne û destnîşan kir ku bi rêya van çekan dewleta Tirk hewl dide têkçûna xwe veşêre. -
Dewleta Tirk li Efrînê 5 kesên din revandin
Dewleta Tirk a dagirker, li navçeyên Cindirês û Şiyê yên girêdayê Kantona Efrînê bi ser malan de girt û 5 kes revandin. -
34 partî û tevgerên siyasî li dijî êrîşên dagirkeriyê daxuyanî dan
34 partî û tevgerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk daxuyaniyeke hevpar dan û gotin, "Armanc ji êrîşan dagirkerî û qirkeriyeke nû ye. Bila qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê qedexekirin." -
Mihemed Şahîn: Li dijî her cûre êrîşan em ê axa xwe biparêzin
Hevserokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê Mihemed Şahîn got, "Li dijî her cure êrîşan em ê axa xwe biparêzin û destûrê nedin axa bi xwîna şehîdan hatiye avdan bê dagirkirin." -
Artêşa Tirk gundên Şêrawa û Şehbayê topbaran kir
Artêşa Tirk a dagirker gundên navçeya Şêrawa ya Efrînê û herêma Şehbayê topbaran kir. -
DYE'yê şefê çeteya nêzî dewleta Tirk kuşt
Artêşa Emerîkayê bi êrişeke hewayî li şefê koma çete ya Hûrras El Dîn a nêzî El Qaîdeyê xist, ku dewleta Tirk piştgiriya vê komê dike. -
Cenazeyê şervanê HRE'yê Elî Cabo hate veşartin
Cenazeyê şervanê HRE’yê Elî Cabo ku di pêngava duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bû, li goristana Ehrezê hate veşartin. -
Li Til Rifet û Dêrikê êrîşên bi balafirên bêmirov ên biçek
Artêşa Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov ên biçek li Til Rifet û Dêrikê êrîş kir. Di êrîşan de hin kes birîndar bûn. -
Li Til Temirê êrîşa hewayî: Kesek birîndar bû
Dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bêmirov û biçek vê carê jî li Til Temirê welatî kirin armanc. Di encama êrîşê de welatiyek birîndar bû. -
Dagirkeran bombe li gundên Minbicê barandin
Dewleta Tirk a dagirker serê sibehê bombe li gelek gundên li bakurê Minbicê barandin. -
Pêkhateyên Kurd û Ereb: Em ê dagirkeriya dewleta Tirk têk bibin
Pêkhateyên Kurd û Ereb ên herêma Kobanê wiha gotin: “Armanca dewleta Tirk a herî mezin tunekirina Kurdan û gelên herêmê ye, lê bi saya zarokên me QSD wê dewleta Tirk têk bibe.” -
Kobaniyan cenazeyên şehîdên xwe bi tilîlî û dirûşmeyan veşartin
Bi sedan şêniyên Kobanê ji bo veşartina şehîdên xwe berê xwe dan Goristana Şehîd Dîcle ya Kobanê. Her wiha Meclîsa Malbatê Şehîdan a herêma Firatê şehîd Arîn Kobanê ya ku li Zapê şehîd bû bibîr anî. -
Li Til Koçerê êrîşeke çekdarî pêk hat: 3 şervan şehîd bûn
Hat ragihandin ku li navçeya Til Koçer a girêdayî Qamişloyê 2 kesên bi motosîkletê êrîşeke çekdarî pêk anîn. Di encama êrîşê de 3 şervan şehîd bûn. -
QSD: Serçeteyek berê yê DAÎŞ’î hate girtin
QSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li Hesekê di operasyoneke ya di çarçoveya operasyonên girtin û serdegirtina şaneyên çalak û veşartî yên DAÎŞ’ê tên kirin pêk anî de û di encamê de serçeteyekî berê yê DAÎŞ’î girtine. -
Dewleta Tirk li Efrînê 3 kesên din revandin
Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Şêrawa ya Efrînê 3 kes revandin û birin cihekî ne diyar. -
Ciwanên Kobanê bi pêşbirka sporê şa bûn
Li Kobanê pêşbirka ji lîstikên cihêreng hate lidarxistin. Ciwanên Kobanê bi pêşbirka sporê şa bûn.