ROJANE
Hemû Nûçe
-
Dibistanên wargeha Mexmûrê ketin betlaneyê
Dibistanên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ketin betlaneya navbera salê. Xwedekaran bi kelecaneke mezin karnameyên xwe girtin. -
'Em bang li ciwanan dikin ku xwe li nava refên HBDH'ê bi rêxistin bikin'
HBDH'ê bang li ciwanan kir ku xwe li nava refên wan bi rêxistin bikin û got, "Dem hatiye ku ciwan rahêjin çekên têkoşînê." -
'Heta ku hevdîtin pêk were wê çalakiya me bidome'
Çalakiya parlementerên HDP’ê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan didome. Nuran Îmîr a HDP’î diyar kir ku heta hevdîtin pêk were wê çalakiya wan bidome. -
ROJEVA 12'Ê ÇILEYA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Fîncanci ya hatî berdan: Ev têkoşîn wê bi dawî nebe
Seroka Konseya Navenda TTB’ê Şebnem Korûr Fîncanci ya ji girtîgehê derket, îşaret bi heqîqetê kir û got: “Em ê ji bo pêşîgirtina hemû çekan, ji bo qedexekirina bikaranîna wan û ji bo ji holê rakirina wan, çi ji destê me bê wê bikin.” -
Li Şebnem Korûr Fîncanci 2 sal û 8 meh cezayê girtîgehê hate birîn
Li Seroka TTB'ê Şebnem Korûr Fîncanci 2 sal 8 meh û 15 roj cezayê girtîgehê hate birîn. Seroka TTB'ê Fîncanci hate berdan. -
Parêzer Emekçî: Îmralî li derveyî hiqûqê ye
Parêzer Emran Emekçî diyar kir Îmrali bi feraseta tecrîdê hatiye avakirin, tu têkiliya wê bi cîhana derve re tune û tê wateya darvekirinê. -
Wekîlên HDP'î: Divê tavilê hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin
Nobeda parlamenterên HDP'ê ya li dijî tecrîdê dewam dike. Wekîlan gotin, "Ji bo çareseriya demokratîk divê tavilê hevdîtin bi Birêz Abdullah Ocalan re bê kirin." -
Sara, Rojbîn û Ronahî li Mexmûrê hatin bîranîn
Her sê jinên şoreşger Sara, Rojbîn û Ronahî li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi semînerekî hatin bîranîn. -
76 saziyan li dijî blokekirina hesabên HDP’ê, piştgirî dan HDP’ê
Ji ber ku alîkariya xezîneyê ya HDP’ê hate desteserkirin, 76 sazî û 2933 kesan piştgirî dan HDP’ê. -
Omer Ocalan: Heta ku tecrîd bi dawî wê nobeda me bidome
Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan diyar kir heta tecrîda li ser Îmraliyê bi dawî bibe wê li ber Wezareta Edaletê çalakiya nobedê bidomînin. -
ROJEVA 11'Ê ÇILEYA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
DÎSK Basin-Îş: Ji rojnameger û nûçeyan re azadî!
Serokê DÎSK Basin-Îşê diyar kir ku zext û dozên li ser rojnamevanan zêde dibin û got: “Rojnamevan tên girtin di girtîgehan de jî li çêkirina nûçeyan dewam dikin.” -
Doza TTB’ê taloqê 8’ê Sibatê bû
Dozger beşdarî rûniştina yekemîn a doza ji bo bidûrxistina ji erkê ya endamên Konseya Navendî ya TTB'ê hatibû vekirin, nebû. Rûniştin taloqî 8'ê Sibatê hat kirin. -
TKP-ML’ê Şoreş û Neval bi bîr anî
TKP-ML’ê endamên MLKP'ê Ahmet Şoreş û Firat Neval bi bîr anî û got, "Wan hemû kêliya jiyana xwe, hişmendiya xwe ji bo îdeala azadî û şoreşê bi kar anîn.” -
Rûniştina doza TTB'ê dest pê kir
Rûniştina doza ji bo dûrxistina endamên Konseya Navendî ya TTB'ê ji wezîfeyê, dest pê kir -
Sancar: HDP bûye hêviya veguhertinê ya bi milyonan kesan
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar di civîna koma partiya xwe de axivî û got “HDP bi têkoşîna xwe bûye hêviya guhertinê.” -
Qurbaniyên Komkujiya Enqereyê hatin bîranîn
Malbatên qurbaniyên Komkujiya Enqereyê di meha 87'an de li ber Gar a Enqereyê li hev kom bûn û gotin, "Dawiya dawî em ê bi ser bikevin." -
DFG: 87 rojnamevan girtî ne
Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû diyar kir 87 rojnamevan girtî ne û ew 10’ê Çileyê Roja Rojnamevanên Dixebitin ji dêvila roja pîrozkirinê, wekî roja têkoşînê dibînin. -
Kesên li ber avahiya HDP'ê hatine rûniştandin, ji bo girtina partiyê kirin delîl!
Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn malbatên ku li ber avahiya HDP'ê ya bajarê Amedê hatine rûniştandin, ji bo girtina HDP'ê weke delîl nîşan da. -
Nobeta parlementerên HDP’ê didome: Ji bo şikandina tecrîdê em ê her tiştî bikin
Nobeta ku parlementerên HDP’ê li dijî tecrîda Îmraliyê dabûn destpêkirin, didome. Parlementera HDP’ê Nûran Îmir got “Ji bo şikandina tecrîdê çi têkeve serê milê me, em ê bikin.” -
Rojnamevanên girtî: 10’ê Çileyê ji bo me roja berxwedanê ye
Rojnamevanên girtî yên ku di 10’ê Çileyê Roja Rojnamevanên Dixebitin de di girtîgehê de gotin “Em girtî bin jî têkoşîna me ya nivîsandina heqîqetê didome. 10’ê Çileyê ji bo me roja berxwedanê ye.” -
Peyama HDP'ê ya li ser 'Roja Rojnamevanên Dixebitin'
Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Tayîp Temel bi wesîleya Roja Rojnamevanên Dixebitin daxuyaniyek da û got, "Tenê 6 mehên dawî 27 xebatkarên çapemeniya azad hatin girtin." -
Şandek ji Şengalê bi Serokê Parlamenta Iraqê Helbûsî re rûnişt
Şandeyek ji partî û rêxistinên li Şengalê, bi Serokê Parlamenta Iraqê Mihemed Helbûsî re rûnişt. Hate ragihandin ku Helbûsî piştgiriya xwe ya ji bo civaka Êzidî aniye ziman. -
Li Amedê trenê li T.Y xist, T.Y. di qezayê de jiyana xwe ji dest da
Li Taxa Fabrîka ya Peyasa Amedê, trênê li T.Y. (39) xist. Di qezayê de T.Y. jiyana xwe ji dest da.