YPS JIN’ê bi bombeyan li wesayîta zirxî da

Tîma Tolhildanê ya Şehîd Cûdî Faraşîn a YPS JIN’ê li Elbaka Wanê bi bombeyên bi destan hatine amadekirin li wesayîta zirxî ya polîsan da.

Di daxuyaniya nivîskî de ev tişt hate gotin “Tîma me ya Tolhildanê ya Şehîd Cûdî Faraşîn a YPS JIN’ê li Taxa Kaleyê ya Elbaka Wanê di 6’ê Tebaxê de saet derdora 1’ê de bi bombeyên bi destan hatine amadekirin li wesayîta zirxî ya polîsan a di dewriyeyê da.

Ev çalakiyên ku berxwedêrên YPS JIN’ê dikin tê wateya ku biryardariya wan a di têkoşîna azadiyê de û di her şertî de wê li hemberî qirkirina li ser gelê me bibi bersiv.”