Xizmên girtiyan bi darê zorê ji kampusa girtîgehê hatin derxistin

Malbatên ku çûbûn serdana zarokên xwe yên ku di Girtîgeha Eregliyê de di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne, bêyî ku bi dozger re rûnên ji kampusa girtîgehê hatin derxistin.

Li Girtîgeha Ewlehiya Zêde ya Eregliya Konyayê bi dehan girtiyên siyasî di 4’ê Cotmehê de greva birçîbûnê dabûn destpêkirin.

Greva birçîbûnê ji 16’ê Mijdarê û vir ve bi awayekî bêdawî û bêdorveger didome. Herî dawîn sê girtî di 1’ê Kanûnê de tevlî grevê bûbûn.

Malbat piştî serdana girtiyên di greva birçîbûnê de, xwestin bi dozger re rûnên.

Lê karmendên girtîgehê malbat bi darê zorê ji kampusê derxistin.

Malbatan diyar kirin rewşa girtiyan ne baş e û got “Piştî serdanê me xwest em bi dozger û midûrê girtîgehê re rûnên. Lê rayedarekî girtîgehê ji me re xwest em bisekinin û wê daxwaza me bigihîne dozger. Piştî demeke kurt heman rayedar hate ba me û diyar kir dozger di civînekê de ye û ew ê îro nikaribe hevdîtinê bike. Piştre gardiyanan ji me xwest em derkevin derveyî kampusê û li wir bisekinin. Girtiyan diyar kirine heta ku daxwazên wan pêk neyê wê dev ji greva birçîbûnê bernedin.”

Malbatan diyar kirin ew hê jî li pêşiya kampusa girtîgehê ne.