Wekîlê Ermen Manûkyan: Ermenistanê xiyaneteke bi vî rengî nedîtiye!

Parlamenterê Ermen Gegham Manûkyan nerazîbûneke tund nîşanî radestkirina 2 gerîlayên HPG'ê ya ji bo dewleta Tirk da û got, "Ermenistanê 30 sal in xiyaneteke bi vî rengî nedîtiye." Manûkyan got, wê ji hikumeta "dagirker" rizgar bibin.

Parlamenterê Ermen Gegham Manûkyan li malpera "168.am" û li ser rûpela xwe ya Facebookê daxuyaniyek da, wêneyên 2 gerîlayên bi navê Atîlla Çîçek û Huseyîn Yildirim weşand ku radestî dewleta Tirk hatine kirin û got, "2 şoreşgerên şerê azadiyê yê gelê Kurd ku ji bo rizgariya gelan şer dikin, li dijî zilma Tirk şer kirin."

Manûkyan anî ziman ku yek ji qadên ku herdu gerîla lê têkoşiyan Dersim bû û got, "Li herêma ku di dema Qirkirina Ermeniyan de gelek welatiyên me bi saya Kurdan hatin rizgarkirin, piştre tevlî raperîna Dersimê bû. Niha, pişitî ku li xaka Komara Ermenistanê derketin holê, hatin revandin û radestî rayedarên Tirkiye ya qirker hatin kirin ku dewleta Tirk yek ji beşdarên aktîf ên şerê 44 rojan ên li ser welatê me ye, sponsorê êrîşkariya Azerbaycanê ye."

'HIKUMETEKE ME YA ERMEN NÎNE, EW HÊZÊN DAGIRKER IN'

Manûkyan bi bîr xist ku dadgehê biryara berdana herdu gerîlayan dabû û ji bo Kurdan got, "Ji ber ku zarokên we radestî Tirkan kirin ku wê êşkenceyê li wan bikin, li me biborin xwişk û birayên min. Niha hikumeteke me ya Ermen nîne. Ew ji xwe hêzên dijmin ên dagirker in li welatê me."

Manûkyan got, "Ermenistanê sih sal in xiyaneteke bi vî rengî nedîtiye. Di nava van salên derbasbûyî de bûyereke bi vî rengî tune bû" û diyar kir ku hikumeta Serokwezîr Nîkol Paşînyan "ji xwe her tişt radestî Tirkan kiriye."

'JI BER VÊ XIYANETÊ, MIN EFÛ BIKIN'

Manûkyan fikara xwe anî ziman ku sibe dibe ku 'dor bê lehengên şerê Artsahê (Qerebaxê)' bi bîr xist ku Nîkol Paşînyan di 6'ê Cotmehê de li Pragê dibe ku bi Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtinê bike.

Manûkyan got, "Diyariyek da Tirkan" û wiha dewam kir, "Niha jî ji bo radestkirina welêt wê hevdîtinê bike. Ji ber vê xiyanetê, min efû bikin xwişk û birayên min (...) Em ê jî ji vê hikumeta dagirker rizgar bibin.

#bijî Kurdistana Azad !
#bijî Arménie Azad !
#bijî dostaniya Ermenî-Kurd!
#bibore birano!"