Tîma Bersivdanê wesayîta gardiyanek ê girtîgehê kir armanc

Tîma Bersivdanê ya Şehîd Gunduz Akmeşe a YPS’ê ragihand ku wan li Amedê bi bombeyên ku bi dest hatî çêkirin du caran li wesayîta gardiyanek ê girtîgehê dane.

Tîma Bersivdanê daxuyaniyek nivîskî da û ragihand: “Di şexsê hevrê Fermandar Çiyager û Zeryan de li ser navê Şehîd Gunduz Akmeşe ku di Rêveberiya Xweser a bi daxuyaniya YPS’ê pêş ketî de bû leheng, endamên me yên Tîma Bersivdanê ya Şehîd Gunduz Akmeşe di 4’ê Tebaxê derdora saet 11.00’ê êvarê de ,du caran bi bombeyên ku bi dest hatî çêkirin, li wesayîta gardiyanek ê girtîgeha Tîpa D ya Amedê dane.”

Daxuyanî bi vê hişyariyê bi dawî bû: “Di şexsê faşîzma AKP-MHP’ê de hemû kesên ku di qirkirina Kurdan de rol dilîzin, emê bi derbeyên mezin bersivê bidin wan.”