Sancar: Tifaqa me mezin dibe

Hevserokê HDP'ê Mîthat Sancar di axaftina xwe ya li Tekîrdagê de destnîşan kir ku ew bibiryar in ku çareseriyê bînin vî welatî û got: “Îro em ji bo mezinkirina têkoşîn û berxwedanê tifaqa xwe mezin dikin.”

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar li Tekîrdagê serdana esnafan kir. Sancar piştre tevlî 4’emîn Kongreya Asayî ya HDP’ê ya li Tekîrdagê bû.

Sancar di axaftinên xwe yên li kongreyê de destnîşan kir ku tevî hemû astengiyan li her dera Tirkiyeyê dixebitin û diyar kir: “HDP’ê bi we re bi hêz dibe, tîfaqa me û meşa me mezin dibe. Dawiya vê meşê serketine.”

Sancar da zanîn ku operasyonên li dijî HDP’ê bê navber didomin û got: “Hevalên me mîna dîlên siyasî li girtîgehê tên ragirtin. Di demên nêz de bi operasyonekî mezin gelek hevalên me yên ku li vê derê ked didan û têdikoşiyan hatin girtin.”

‘TIFAQA ME MEZIN DIBE’

Sancar anî ziman ku ew li her dera welat hene û wê her tim jî hebin û wiha axaftina xwe domand: “Em ji bo mezinkirina têkoşîna wekhevî û azadiya gelan li vir in. Ji bo dawî anîna sîstema zext û qirkirinê ya li welat, li vir in. Îro em ji bo mezinkirina têkoşîn û berxwedanê tifaqa xwe mezin dikin. Duh rêya Tifaqa Ked û Azadiyê destpê kir”

Sancar diyar kir ku ji bo ku demokrasiyê bînin welat, divê ji bo pirsgirêka Kurd çareseriya demokratîk pêş bixin û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd jî divê demokrasiyê bînin welat.

‘TÊKOŞÎNA JINAN, TÊKOŞÎNA AZADIYÊ YE’

Sancar axaftinên xwe wiha domand: “Li vir jin girseya herî mezin a kedkaran pêk tînin. Mîna hêza erzan a kedê dibînin û tên îstîsmarkirin. Ji xwe di qadên cuda ya jiyanê de jî bi tundî û îstîsmarkirinê re rû bi rû dimînin. Eger jiyanek adil û sîstemek demokratîk bê welat, wê pêşengiya vê jin bikin. Em cardin li vir Denîz Poyraz  û Jîna Emînî ku li Îranê ji aliyê polîsên exlaq ve hat qetilkirin bibîrtînin. Piştgiriya xwe ji bo berxwedana jinan ya li Îranê dişînin. Têkoşîna jinan, têkoşîna azadiyê ye.”

Sancar diyar kir ku desthilatdarî li her qadê polîtîkayên talan, îstîsmar û şer belav dike û ragihand: “Em jî li dijî desthilardariyê têkoşîna azadî û aştiyê mezin dikin. Çareseriya demokratîk  a pirsgirêka Kurd, kilîla aştiyekî mezin a li vî welatî ye. Aştî bi kedkar, ciwan û jinan re tê avakirin.”

‘ÇARESERÎ EM IN’

Sancar di dewama axaftinên xwe de bal kişande ser mezinkirina tifaqê û anî ziman; “Em îro li vir bi moral û hêzekî mezin a ku Tifaqa Ked û Azadiyê dayî hatin ba hev. Divê em Tifaqa Ked û Azadiyê li her derê, li bajaran ava û mezin bikin. Mezinkirina vê tifaqê erkê me ye. Em neçar in ku vê tifaqê bigihînin girseyên mezin. Çareserî em in, em ê bi hevre pêşerojê avabikin. Em ê li vî welatî sîstema ku di nav xwe de azadî, mafê ked, demokrasî, aştî û edaletê dihewîne ava bikin. Ew roj ne dûr in.”