Sancar: HDP mala têkoşîna hevpar e

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar li Ezrînê bang li gel kir, behsa şerê Sûriyeyê yê gengaz kir û got: “Em dixwazin ku astiya rast û bi rûmet bê welat. Mizgîniya ku em ji bo pêşerojê bidin gel, aştiye rast û bi rûmet e.”

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gel (HDP) Mîthat Sancar wê du rojan li Hatay û navçeyên bi dirûşmeya “Çareserî Em in, ji Şer û Mêtingeriyê re Na” bi gel, esnaf û rêxistinên civakî yên sivîl re bê ba hev.

Sancar destpêkê îro li navçeya Erzîn a Hatayê bi gel re hat ba hev. Sancar ji aliyê parlementerên HDP’ê Fatma Kûrtûlan û Tulay Hatîmogullari, partî û gel ve, bi çepik û tilîliyan hat pêşwazîkirin. Sancar bi konvoyek a wesayîtan li navçeyê digeriya û welatiyan jî bi çepik û îşareta serkeftinê piştgirî danê.

Piştre Sancar hat ber avahiya Rêxistina Erzînê ya HDP’ê û li vir bi gel re hat ba hev. Kesên ji Osmaniye, Dortyol û Îskenderûnê jî tevlî hevdîtinê bûn û girseyê eleqeyek zêde nîşanî Sancar dan.

Li qadê pankartên li ser nivîsandibû “Çareserî em in, ji Şer û Mêtingeriyê re Na”, “Li dijî Îstîsmar, înfaz û qeyûmê em hene” û “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye, ji tecrîdê re dawî” û posterên Aysel Tûglûk û Denîz Poyraz hatin daliqandin. Girseyê bê navber dirûşmeyên “Em ê bi berxwedanê serbikevin” û “HDP gel e, gel li vir e” berz kirin.

HELBESTA AHMET ARIF

Sancar şêniyên Erzînê bi helbestek a Ahmet Arif silav kir û wiha got: “Dema ku Ahmet Arif behsa Çûkûrovayê dikir wiha digot, ‘Di germahiya te de dema kevirê sebrê diderizî nediderizî dilê kevana xaçê’. Di vê germahiyê de kevirê sebrê jî diderize lê dilê gelê ku ji bo rûmet û azadiya têdikoşe na derize.”

‘EM LI HER DERÊ NE’

Sancar qala êrîş û astengiyên li ser partiyan kir û diyar kir ku ji bo asteng kirina wan her cûre rêyan diceribînin. Sancar da zanîn ku her roj bi operasyonên nû rêvebirên wan destgîr dikin û got: “Tişta ku ji desthilatdariyê bibêje bisekine, ev hevdîtina gel a bi bawer û biryar e. Em li vî welatî li her derê ne, dirûşmeya me wiha bû. Em HDP’ne, em li her derê ne.”

‘JI BO HEMÛ PIRGIRÊKAN ÇARESERIYA ME HEYE’

Sancar wiha axaftina xwe dom kir: “Em di Kongreya xwe de soz da bû; Çareserî em in soza me heye. Temaşe bikin hûn li Erzînê gelek pirsgirêkan dijîn. Em di ferqa zehmetiyên ku karkerên çandiniyê pê re rû bi rû de ne. Em hemûyan dizanin. Ji bo hemûyan jî çareseriya me heye.

‘TU KES NIKARE GELÊ KU XWEDÎ LI KED Û RÛMETA XWE DERDIKEVE, TÊK BIBE’

Hêviya vê desthilatdarê ji qedexeyan heye, ziman û konseran qedexe dike. Zilmê li keyfxweşiya ciwanan jî dikin. Hûn bi zext û qedexeyan nikarim ciwanan bisekinînin. Hûn bi zilm û hewldanên bişaftinê nikarin nasname û baweriyan asteng bikin. Temaşe bikin her derê welat veguherî qada talanê. Dibêjin enflasyon ji sedî 80’ê lê hûn rastiyê ji sedî 150-160 dizanin. Xwezayê talan dikin. Tu kes nikare gelê ku xwedî li ked û rûmeta derdikeve, têk bibe.

‘SOZA ME HEYE, EM ÇARESERIYÊ AVA DIKIN’

Va ye HDP gel e. Îradeya gelan e, mala têkoşîna hevpar e, di baweriya xwe de mekana berxwedanê û welatê têkoşîna azadiyê ye. HDP hûn in, HDP gel in. Soza me heye, em çareseriyê ava dikin.

POLÎTÎKAYÊN ŞER ÇAVKANIYA HERÎ MEZIN A MÊTÎNGERIYÊ YE

Çavkanî jî pir in. Bi garantiya Xezîneyê re bi milyaran lîre vediguhêze otoban, balafirgeh û gelek sazî, dezgeh û tesîsên din. Em heqê rêya ku em jê derbas nebûne, balafirgeha ku em lê ne daketin, didin. Garantiya xezîneyê dane şîrketên belavkirina elektrîkê û em heqê elektrîka ku em bikarnaînin didin. Em ê van çavkaniyan ji wan kulmeke sermeyedaran bistînin û bidin gel. Çavkanî heye. Gelo hûn dizanin ku windakirina çavkaniyên herî mezin di siyaseta şer de li ku derê ye. Ev hikûmet bi gotina şerê li welat şerê li herêmê çavkaniyên welat ji çek û mirinê re vediqetîne. Lê belê, dema ku hûn dest ji polîtîkayên şer berdin, dema ku hûn çavkaniyên ji bo şer hatine veqetandin li kedkarên vî gelî û xizanan belav bikin, wê li vî welatî keyfxweşî zêde bibe. Ji ber vê yekê, polîtîkaya şer çavkaniya herî mezin a mêtîngeriyê ye. Eger em bixwazin dest ji kedxwariyê berdin, eger em bixwazin dest ji talan û şêlanê berdin, em ê bi hev re li dijî polîtîkayên şer derkevin. Heta ku em hemû bi hev re li dijî polîtîkayên şer dernekevin, em nikarin sîstema talanker û derewan a vê hikûmetê rawestînin. Banga me li her kesî ye.

‘EM XWEDÎ WÊ ÎRADEYÊ NE KU PLANÊN WAN ÊN ŞER XIRA BIKIN’

Niha jî dibêjin ku qaşo em ê bi Sûriyê re dest bi diyalogê bikin. Lê armanc ew e ku operasyoneke leşkerî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk were. Yanî ji bo şerê li dijî Kurdan dewam bike, bi her kesî re dikevin nava danûstandinan. Car li Soçîyê ye car li Tehranê, hûn dibînin ku bi derewan propagandayeke çawa dikin. Dibêjin em ê li Sûriyeyê bi hikûmetê re li hev bikin. Eger vê bikin, wê ne ji bo aştiyê, polîtîkayên xwe yên şer li vir bimeşînin. Lê belê gel bi vê naxapin. Kurd, ereb, asûrî-suryanî, çerkez û hemû gelên din ên li vî welatî dijîn hemû bi lîstikên şer ên AKP'ê dizanin û bi hev re xwedî wê îradeyê ne ku van planên şer xera bikin. Di vir de divê em têkoşîna herî berfireh a li dijî şer a li vê civakê biafirînin. Em dixwazin aştiyeke rast û birûmet were welêt. Diyariya me ya herî mezin a ji bo gelan di pêşerojê de wê bibe aştiyeke rast û birûmet. Em ê li ser pêşerojeke demokratîk a ku hurmetê nîşanî vîna gelan a li ser bingeha wekheviya gelan ji bo tevahiya herêmê tê, aştiya herêmê ava bikin. Li vir soza me ji gel re heye û li vir çareserî em in.

EM Ê SERBIKEVIN

Hûn heta vê saetê li ber germê man, spas ji bo hebûna we hemûyan. Her dilopek xwêdana ku ev germahî diherikîne di dilê me de kom dibe. Ev dil wê ewqas bi coş be ku hemû qirêjiyên li vî welatî paqij bike. Talankirina her cure komployên qirêj jî wê plana şer a kedxwariyê pûç bike. Ez ji bo xwêdana we û vê vîna we spasîya we hemûyan dikim. Weke ku em her tim dibêjin, ji me bawer bikin xwişk û bira em ê teqez bi ser bikevin. Em mafdar in, bi biryar in, dilsoz in, heta ku em bi hev re bimeşin em ê bi ser bikevin. Serketin a gelê me ye.”