Saît Dede: Di her şert û mercî de em ê li dijî tecrîdê têbikoşin

Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Saît Dede destnîşan kir ku ji bo tecrîd bi dawî bibe ew ê di her şert û mercî de têbikoşin.

Nêzî 23 meh in bi ti awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê wergirtin ku 24 sal in li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de ye. Li dijî vê tecrîdê îro ji navçeya Geverê ya Colemêrgê û ji navçeya Qoserê ya Mêrdînê bi dirûşma 'Em ji bo çareseriyê ber bi Îmraliyê ve dimeşin', ji du baskan ve (Meşa Gemlîkê) destpê dike. Meş wê 15'ê Sibatê li Gemlîkê bi dawî bibe.

'ABDULLAH OCALAN NAVNÎŞANA AŞTIYÊ YE'

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Colemêrgê Saît Dede li ser meşê ji ANF'ê re axivî. Saît Dede anî ziman ku 23 meh in Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê di nava tecrîdeke girankirî de ne û got, "Têkiliya bi derve re bi temamî hatiye qedexekirin. Ne malbat ne jî parêzer dikarin agahiyê jê werbigirin. Tecrîda ku niha li ser Birêz Abdullah Ocalan tê ferzkirin, xwedî gelek wateyên cuda û taybet e. Ji bo ev yek neyê dîtin divê mirov kor û kerr be. Birêz Abdullah Ocalan yekane hêz e ku perspektîfa çareseriyê pêşkêş dike û li şûna şer dikare aştiyê ava bike. Navnîşana aştiyê ye. Ev yek ji bo gelan şensekî gelekî mezin e. Avaniya fşaîst bi vê zane. Lewma nêzîkatiya xwe ya çareserî yıan jî neçareserkirina pirsgirêka Kurd bi pratîka xwe ya li Îmraliyê nîşan dide. Navê wê desthilatdarî yan jî tiştekî din be, avaniya heyî bi siyaseta alîgiriya neçareseriyê tecrîdê her roj girantir dike. Hêzên muxalîf ên ku dibêjin ew li dijî desthilatdariyê yan jî sîstemê ne, divê vê yekê baş bibînin."

Saît Dede got, "Eger demokrasî tê xwestin, hingî çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd meseleya bingehîn a vê yekê ye. Navnîşana vê çareseriyê jî diyar e. Eger li hemberî şer wê parastina jiyanê bê kirin divê dawî li tecrîdê bê anîn. Ya rast bi binpêkirina pîvanên hiqûqî tecrîda li Îmraliyê dewam dike, maf û azadî hatiye binpêkirin. Raya giştî ya cîhanê van hemûyan dibîne."

'DI NAVA HER ŞERT Û MERCÎ DE EM Ê TÊBIKOŞIN'

Saît Dede bi bîr xist ku ji bo aştiyê, ji bo demokrasiyê, ji bo rakirina tecrîdê ew bi dirûşma 'Ji bo aştiyê ber bi Îmraliyê ve dimeşin' meşê lidar dixin û got, "Sîstemeke welê heye ku kesên li ber tecrîdê radibin tecrîd dike. Dora me bi mertalên polîsan dipêçe û hewl dide me tecrîd bike. Lê belê em ê bi gavekê jî paşve neavêjin û têkoşîna xwe dewam bikin. Heta ku tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe em ê di nava her şert û mercî de têbikoşin."