RSF: Demborîna doza Anter bû sedema fikrên mezin

Rûniştina doza nivîskarê Kurd Mûsa Anter wê sibê bê dîtin û dibe ku şandeya dadgehê bi hinceta demborînê dozê bigire. RSF’ê anî ziman ku demborîna dozê wê zêdetir zirarê bide azadiya çapemeniyê li Tirkiyeyê.

Nivîskarê Kurd Mûsa Anter (Apê Mûsa) di 20’ê Îlona sala 1992’yan de hat qetilkirin. Bi ser qetilkirina Apê Mûsa re 30 sal derbas bûn lê di dozê de tu pêşketin çênebûn. Rûniştina dozê sibe ye û dibe ku şandeya dadgehê bi hinceta demborînê dozê bigire. Rojnamevanên Sînornenas (RSF), bi parvekirina li ser hesabê xwe yê twitterê bal kişand ser dozê.

Di parvekirina RSF’ê de wiha hate gotin: “Tirkiye li ber hiştina bêceza ya kujerên rojnamevan Mûsa Anter e. Di rûniştina dawîn a 15’ê Îlonê de, dadgehê doz taloqê piştî rojek a wê dem bi ser dozê bikeve kir. Rojnamevanên Sînornenas (RSF), bang li rayedaran dike ku li dijî kujerên vê kuştina bi hovîtî zend û bendan badin û destnîşan dike ku karîger kirina demborîna dozê wê bêhtir zirarê li azadiya çapemeniyê li Tirkiyeyê bike. Taloqkirina 21’ê Îlonê ya dozê ku rojek piştî qewilê buhurîna demê di ser dozê re ye, bû sedema metirsiyeke mezin. Di salvegera 30’emîn a vê kuştina bi hovîtî de, divê peyamek a aşkera di der barê nenîşandana tehamulê ji bo bêcezahiştina şideta berpêyê rojnamevanan be şandin.“