ROJEVA 8'Ê KANÛNA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û çalakiyên şermezarkirinê yên li dijî êrîşan wê bêne şopandin.

- Şervanên QSD'ê yên li eniya Eyn Îsayê gotin, mîna DAÎŞ'ê ya ku êrîşî warê wan kir, wê dewleta Tirk jî têk biçe.

- Serokê berê yê ÎHD'ê yê Colemêrgê Îsmaîl Akbûlût û siyasetmedar Mûsa Çîftçî diyar kirin ku agahiyên li ser êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî divê bêne lêkolîn û gotin, "Bikaranîna çekên kîmyewî divê were cezakirin."

- Kevana Zêrîn got, "Heta ku tecrîda li ser Rêber Apo bê şikandin em bang li hunermend û rewşenbîran dikin ku li ber xwe bidin û bi rola xwe rabin."

- Rojnamevan Sofîa Rûsova anî ziman ku rojnamevanên jin dema ku karê xwe dikin, li cihêkariyê rast tên.

- Mîtan zanîbû ku bi têkoşînê dikare hebe, bi berxwedanê dikare azad bibe.

- Endamên Radyoya Dengê Rojava diyar kirin ku Şoreşa Rojava şoreşa hemû gelan e, lewma dewleta Tirk bê navber êrîş dike û gotin: “Divê em rê nedin ku medya Tirk heqîqetê berovajî bike.”