ROJEVA 31'Ê COTMEHA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Hevserokê KODAR’ê Fûad Bêrîtan diyar kir ku gelê Rojhilatê Kurdistanê bi salan e êşa desthilatdariyeke teokratîk dikişîne, niha kêr gihîştiye hestî û destnîşan kir ku şoreş bi dirûşma jinên Kurd gur bû û paradîgmaya dewletê têk bir.
- Meha Gulanê di êrîşên kîmyewî û bombeyên qedexekirî de 6 gerîla li Kurojahro şehîd bûn. Dîmenê li Werxelê jî yên şehadeta 2 gerîlayan di hişê mirovan de ma. Vê yekê sûcên şer ên dewleta Tirk bi belge kir.
- Jiyan jineke ciwan bû. Xwe li meşeke lawaz radigirt, ji bo pêşketinê timî dilezand.
- Polîsên Tirk li Geverê li nava malan digerin û şopa tiliyê mirovan qeyd dikin. Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Saît Dede anî ziman ku ev kiryar li dijî qanûnê ye û got, "Bi vê yekê dixwazin şêniyan hemûyan deq bikin."
- Lîloz Hecî di 6 saliya xwe de dest bi xêzkirina wêneyan kir. Dibêje ku wê bi wêneyan jiyan û hunera xwe keşif kiriye.
- Du ciwan, du şervan, du Kurd, du ewlad, du dilên bi rastî û exlaqê ava bûyî, du canên ku xwe kirin gorî ji felsefeya azadiyê re.