ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Endama Meclîsa Jinê ya HDP'ê Elîf Bûlût anî ziman ku heman zilma li Îranê li jinê tê kirin, li Tirkiyeyê jî bi rêbazeke cuda tê kirin û destnîşan kir ku desthilatdar jî hêrsa li dijî jinê sor dikin.

- Xwepêşandêrên ku li Îranê di çalakiyan de hatin girtin wê li dadgehên 'taybet' bêne darizandin. Li gorî dadgeriyê, li hemberî her kesên ku bi rengekî eşkere piştgirî dane 'serhildêran' wê doz bêne vekirin.