ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Gerîlayê HPG'ê Hogir Serhat işaret bi berxwedana dîrokî ya li Zap, Avaşîn û Metînayê kir û got, "Me bi hêviyeke mezin dest bi vî şerî kir. Em ê bi serketinên mezin vî şerî bi encam bikin."

- Kesên ku bi 10 hezar lîreyî ji aliyê MÎT û Emniyetê ve hatin kirîn û li ber avahiya HDP'ê hatin rûniştandin, li ser pereyên ji dewletê distînin bi hev ketin.

- Li gorî encamên destpêkê yên hilbijartinên li Îtalyayê, Partiya Birayên Îtalyayê ya rastgiriya tund bi ser ket.