ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dagirker ên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir ku desthilatdariya Ermenistanê Atîlla Çîçek (Leheng) û Huseyîn Yildirim (Alîşer) radestî dewleta Tirk kiriye û hikumeta Paşînyan şermezar kir.

- Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan anî ziman ku gelên li Îranê di şexsê Jîna Emînî de serî li ber zilmê rakirine û destnîşan kir ku şoreşa Rojhilata Navîn wê bi rengê şoreşa jinê pêk were.

- Şêniyên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) nerazîbûn nîşanî hikumeta Iraqê dan ku dorpêşkirina wargehê ya bi têlan careke din xistiye rojeva xwe û gotin, "Armanc ji vê hewldanê ew e ku wargehê bikin mîna girtîgehekê. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin."