ROJEVA 13'Ê TEBAXA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

-Nivîskar û çavdêrê siyasî Adil Omer bal kişande ser aloziyên siyasî ya li Iraqê û got “Eger şerek li Iraqê rû bide wê ji bo Tirkiye û Îranê bibe derfetek mezin ku beşek ji xaka Iraqê dagir bikin. Ji bo wê divê Kurd, Ereb, Sunnî, Şîa û hemû pêkhate ji bo berjwendiyên neteweyî kar bikin.”

-Dayik û hevjîna şehîd, Dayê Emîne Muradî Şehîd Rêzan Cavîd (Yûsif Rebanî) bi bîr anî û diyar kir, “Min ji têkoşîn û şehadeta wî hêz girt. Bêguman di van rewşan de, her dem dayik hêz digirin. Em bi şehadeta zarokên xwe, bi hêztir dibin.”

-Hevserokatiya Konseya Rêvebir a KCK’ê di salvegera 39’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê de li ser esasê faşîzma AKP û MHP’ê were hilweşandin, Kurdistan were azadkirin, Tirkiye û Rojhilata Navîn were demokratkirin  li ser xeta serfiraziyê banga têkoşînê kir.

-Ji 1’ê Hezîrana 2022’an û vir ve dewleta Tirk 1420 caran êrişî Herêma Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Ji serê salê û heta niha 33 kes şehîd bûn û bi dehan kes jî birîndar bûn.

-Gerîlayan diyar kirin ku ew ê berxwedana xwe ya li hemberî dagirkeriyê xurttir bikin û gotin “Dewleta Tirk hêz û baweriya xwe bi teknîkê ve girêdaye lê ji bîr dike ku gerîla bi felsefeya Rêber Apo, bi ruhê Zîlan, Bêrîtan û Egîdan li ber xwe dide.”

-Nivîskar Ayşe Duzkan diyar kir li hemberî Aysel Tûglûk û girtiyên nexweş dijminatî tê kirin û cezakirina li derveyî hiqûqê tê kirin.

-Kolektîfa Hevgirtina Bi Kurdan a Navneteweyî diyar kir ji bo êrîşkariya dewleta Tirk were sekinandin ew ê hewl bidin li ser NATO û saziyên din zextan bikin.

-Fermandarê Tûgaya Suvar Îdlîbê Ala Şaban Hamîço diyar kir Îdlîb îro di bin dagirkeriya komên girêdayî Erdogan de ye. Ala Şaban Hamîço diyar kir ew ê teqez Îdlîbê rizgar bikin.