Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê: Hejmara miriyan bi 8 qatî dikare zêde bibe

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ragihand ku hejmara kesên ji ber erdheja li Bakurê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dan bi 8 qatî dikare zêde bibe.

Rayedara payebilind a Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ya ji Ewropayê Berpirsyar Catherine Smallwood got, "Mixabin di her erdhejê de em heman tiştî dibînin. Hejmara mirovên jiyana xwe ji dest didin û birîndar dibin di hefteyên pêş de gelekî zêde dibin."

Smallwood diyar kir ku ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê metirsiya li herêmê wê girantir bibe.