‘Rewşa girtiyên nexweş roj bi roj xerabtir dibe’

Malbatên di Nobeta Edaletê de gotin ‘Rewşa girtiyên nexweş roj bi roj zêde dibe.”

Ji bo azadiya girtiyên nexweş û girtiyên ku berdana wan tê qedexekirin û ji bo tecrîda li girtîgehan biqede, malbatan dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Nobeta Edaletê di roja 114’emîn de li pêşiya Baroya Îzmîrê domiya. Xizmên girtiyan di nobetê de berdilkên ‘Ji girtiyên nexweş re azadî’ û ‘Bila girtiyên nexweş serbest bên berdan’ li xwe kirin. Rêxistina HDP’a Guzelbahçeyê jî piştgirî dan xizmên girtiyan.

Fatma Surme ya ku ew jî xizma girtiyan e diyar kir rewşa girtiyên nexweş roj bi roj xerab dibe û got “Bila tecrîda li girtîgehan bi dawî bibe, bila daxwaz werin bicihanîn. Bila ev zilm biqede.”