Remziye Tosûn tecrîd û êrîş bi avêtina laçika xwe ya spî protesto kir

Parlamentera HDP’ê Remziye Tosûn, got: “Bila tecrîd rabibe, dawî li şer bê“ û laçika xwe ya spî avêt Desteya Giştî ya Meclîsê.

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Remziye Tosûn li Desteya Giştî ya Meclîsê ku guftûgoyên li ser budçeyê berdewam in, ji bo protestokirina pergala tecrîdê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê laçika we ya spî avêt Desteya Giştî ya Meclîsê.

Tosûn diyar kir ku israrkirina di neçareserkirina pirsgirêka Kurd de, civakê ber bi karesatê ve dibe û got: “Her rêbaza zêxtê hat bikaranîn û berdewam e. Ên di neçareserkirinê de israr kir rû bi rûyê berxwedanê bûn. Li dijî tariya salên 90’î Dayikên Şemiyê bi berxwedana xwe bûn pêşeng.

Dayikên Aştiyê û jin li dijî şer têdikoşin. Li gelek derên welêt nobetên ji bo aştî û edaletê berdewam in. Me ji her demê bêhtir pêdivî bi aştiyê heye. Di şer de yên herî pir bandor li wan dibe jin in. Jinên ku li gor kevneşopiyên me laçika xwe ya spî diavêjin, divê îro vê hêzê bi kar bînin. Ji bo dawî li pevçûnan bê, pergala tecrîdê rabibe, aştî bê ser vê erdnîgaiya birûmet, ez laçika xwe diavêjim vê derê ku biryarên ji bo şer lê tên dayîn. Bila operasyon bên rawestandin, tecrîda Îmraliyê bê rakirin, rêya aştiya birûmet bê vekirin.“