Polîsan êrîşê meşa ciwanan a ji bo Jîna Emînî kir

Meclîsa Ciwanan a HDP’ê û Meclîsa Xwendekarên Demokratîk ji bo Jîna Emînî ya ji aliyê dewleta Îranê ve hate qetilkirin li Kolana Îstiklalê meş li dar xist. Polîsan êrîşê meşê kirin.

Meclîsa Ciwanan a Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) a Stenbolê û Meclîsa Xwendekarên Demokratîk (DMO) li Kolana Îstiklalê ji bo Jîna Emînî ya ku li Îranê ji aliyê polîsên exlaq ve hat qetilkirin meşek li dar xistin. Ciwanan pankarta "Jîna tu nemir î, Jîna tu sembol î” li ser nivîsandî û dowîzên li ser "Em Kurd in, jin in, em li vir in" nivîsandî hilgirtin. Di meşê de dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî” û “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e” berz kirin.

Polîsan mudaxileyî meşê kirin, li ciwanan xistin û ew destgîr kirin.