Piştî çalakiya li dijî mala polîsan a li Mêrsînê 22 kes hatin destgîrkirin

Piştî çalakiya li dijî mala polîsan a li Mêrsînê 22 kes di operasyonên qirkirina siyasî de hatin destgîrkirin.

Di 26’ê Îlonê de li dijî mala polîsan a Teceyê ya li Mezîtliya Mêrsînê çalakiyeke bi bombeyî û çekdarî hatibû kirin. Piştî çalakiyê kesekî ku navê wî nehate hînbûn hate destgîrkirin. Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê de polîsan girtin ser gelek malan.

Hate diyarkirin di serdegirtinan de 22 kes hatine destgîrkirin û ev kes birine Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr a Mêrsînê.