Parlamentara HDP'ê Guzel di hucreya yekkesî de tê ragirtin

Parlamentara HDP'ê ya Amedê Semra Guzel ku piştî parêzbendiya wê hatibû rakirin û demildest ji aliyê dewletê ve dîl hat girtin, 23 roj in di hucereya yekkesî de tê ragirtin.

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzel piştî parêzbendiya wê hat rakirin di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de 2’ê Îlonê li Stenbolê hat destgîrkirin.

Guzel ku bi êşkenceya polîsan hat destgîrkirin, 3’ê Îlonê hat girtin û sewqî Girtîgeha Silivriyê hate kirin.

Guzel ji roja hati girtin û heta niha 23’ê roje di hucreya yekkesî de tê ragirtin. Parezerê Guzel, Veysî Eskî encex karî du roj beriya niha serdana wê bike.

Eskî ragihand ku Guzel ji bo ku derbasî li gel girtiya jin a ji heman dozê tê darizandin bibe, 3 caran daxwazaname daye.

Eskî destnîşan kir ku heta niha tu bersivek nivîskî têkilddarî vê nehatiye dayîn û diyar kir ku rêveberiya girtîgehê bi devkî bersivekî neyînî daye vê daxwaza Guzel.

Parêzer Eskî anî ziman ku Guzel ji ber tecrîdê zehmetiyên giran dikşîne, di hucreya wê de radyo û televîzyon tune ye û ragihand ku pirtûkên ku ji Guzelê re hatine şandin niha radestê wê kirine.