Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serlêdan kirin.

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Îbrahîm Bîlmez, Newroz Uysal, Mazlûm Dînç û Cengîz Yureklî ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F’yê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û 17 meh in agahî jê nayê girtin, serî li Serdozgariya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica û Newroz Uysal piştî 8 salan herî dawî di 2-22’ê Gulanê, 12-18’ê Hezîranê û 7’ê Tebaxa 2019’an de bi muwekîlên xwe re hevdîtin pêk anîbûn. Ji wê demê û vir ve parêzer nikarin bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin.