Parêzerê Malbata Emînî îdîaya nexweşiyê red kir

Parêzerê malbata Emînî îdiayên ku dibêjin Emînî ji ber pirsgirêkên tenduristiyê jiyana xwe ji dest daye red kir.

Yek ji parêzerên malbata Jîna Emînî ya li Îranê bi êşkenceyê hat qetilkirin Saleh Nîxbext diyar kir ku îdiayên ku tê gotin pirsgirêkên tenduristiyê yên Emînî hene û dibe ku ev yek bibe sedema mirina wê rastiyê nîşan nade û got, "Îdîayên nexweşî derew in û divê cidî neyê girtin."

Parêzer da zanîn ku li Îranê gelek kesan di dema destgîrkirinê de jiyana xwe ji dest dane û got, "Qetilkirina girtiyan, bi taybetî ne tenê ji bo Emînî pêk hatiye." Parêzer anî ziman ku ew ne bi hêvî ne ku berpirsên qetilkirina Emînî bên cezakirin û got ku ekîba hiqûqî ya malbatê dê daxwaza avakirina komîsyoneke lêkolînê li ser mirina Emînî bike.

76 KES HATIN QETILKIRIN, 1200 KES JÎ HATIN DESTGÎRKIRIN

Li gel ku piştî qetilkirina Emînî di 16’ê Îlonê de bi pêşengiya jinan çalakiyên protestoyî berdewam dikin, Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (ÎHR) ku navenda wê li paytexta Norwêcê Osloyê ye, ragihand ku herî kêm 76 xwepêşanderan jiyana xwe ji dest dane. Li aliyê din Polîsê Îranê ragihand ku hezar û 200 kes hatine destgîrkirin. Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) ku navenda wê li New Yorkê ye, diyar kir ku di nav kesên hatine destgîrkirin de herî kêm 20 rojnamevan hene.