Parêzeran ji bo dîtina Abdullah Ocalan serlêdan kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo muwekîlên xwe bibînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica, Raziye Ozturk, Faîk Ozgur Erol û Emran Emekçî ji bo karibin muwekîlê xwe Abdullah Ocalan bibînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Zêdeyî 19 meh in bi ti awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd nayê wergirtin. Parêzer hefteyê du caran daxwaza hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dikin, lê belê serlêdan bêbersiv têne hiştin. Carna jî piştî çend mehan ji parêzeran re tê ragihandin ku cezayê dîsîplînê hatiye birîn.

Herî dawî cezayê dîsîplînê 13'ê Nîsanê hatibû birîn û ev ceza 18'ê Cotmehê qediya bû. Lê belê piştre bi rengekî otomatîk ceza her şeş mehan carekê hate dirêjkirin.