OHD: Li nexweşxaneyê êşkence li muwekîlên me kirin

OHD'ê diyar kir, ku muwekîlên wan ên hatin destgîrkirin, li nexweşxaneya ku ji bo kontrola tenduristiyê biribûn wê derê, êşkence li wan hatiye kirin.

Rêxistina Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) a Bajarê Îzmîrê doh êvarê wê li avahiya xwe bernameya bîranîna Ûlaş Alankûş lidar bixista ku di 8’ê Tebaxê de li Agiriyê di şerekî de jiyana xwe ji dest dabû. Polîsan avêt ser avahiyê û êrişî bernameyê kir. Di serdegirtinê de 20 kes hatin destgîrkirin.

Hevserokê HDP’ê yê Bajarê Îzmîrê Vedat Çinar Altan jî di nav de 20 kesên hatine destgîrkirin û li Midûriyeta Polîsan a Îzmîrê tên ragirtin. Hat zanîn ku dest bi îfadegirtina kesên destgîrkirî hatiye kirin.

Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Îzmîrê têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî da û ragihand ku miwekîlên wan dema bo kontrola tenduristiyê birine nexweşxaneyê êşkence li wan hatiye kirin. OHD diyar kir ku ew dixwazin derbarê vê êşkenceya li miwekîlê wan hatiye kirin de lêpirsînek karîger bê destpêkirin û ji bo faîl bên darizandin wê dosyeyê bişopînin.

KESÊN HATIN DESTGÎRKIRIN

Kesên hatine destgîrkirin wiha ne: Tugçe Kizildemîr, Caner Kayhan, Vedat Çinar Altan, Ozcan Firtina, Tekîn Vatandaş, Ebrû Yîgît, Yûnûs Altûn, Tuncay Yildirim Ozen, Hidir Alî Kiliç, Gulcan Taşkin, Îzmîr Ozer, Şahîn Çoban, Bîrkan Polat, Polat Tosûn, Melîha Kayaci, Arîfe Meryem Yildirim, Hasan Benlî, Îlerî Devrîm Yûrtsever, Ridvan Coşkûn, Levent Akan.