Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê: Zarokên me bi êşkenceyê dikujin

Fehîme Poyraz a ku keça wê Denîz Poyraz hatibû qetilkirin, di Nobeta Edaletê de axivî û got “Zarokên me dema hatin girtin li ser xwe bûn, lê di girtîgehê de zarokên me nexweş dixin û wan dikujin.”

Malbatên girtiyan ên Îzmîrê ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê wan qediyaye lê nayên berdan û ji bo dawîkirina tecrîda li girtîgehan dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan di roja 148’an de li pêşiya Baroya Îzmîrê berdewam kir. Di çalakiyê de malbatan pêşmalkên “Deng bidin zindanan” û “Ji bo girtiyên nexweş azadî” li xwe kiribûn û dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Ji şer re na, aştî demildest” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. Endam û rêveberên rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên navçeyên Çeşme û Çîgliyê jî piştgirî dan malbatan. 

Di çalakiyê de dayika Denîz Poyraz ku li Rêxistina HDP’a Îzmîrê hatibû qetilkirin, Fehîme Poyraz axivî û xwest ku girtiyên nexweş bên berdan. Bi domdarî Poyraz ev tişt anî ziman: “Ma wê ev zilm heta ku derê bidome? Êdî bes e. Li bendê ne ku girtiyên nexweş bimrin an jî dema ku kêmek ji bo mirina wan ma ber didin. Em vê qebûl nakin. Dema zarokên me hatin girtin li ser xwe bûn, lê lê di girtîgehê de zarokên me nexweş dixin û wan dikujin. Em naxwazin cenazeyên zarokên xwe bibînin. Di nava çar dîwaran de êşkenceyê li zarokên me dikin. Em xwedî li zarokên xwe derdikevin. Divê zarokên me di zûtirin demê de bên berdan.”