Mîlîsên Sînan Dersim ên HBDH'ê çalakiya sabotajê kirin

Mîlîsên Sînan Dersim ên HBDH'ê li hemberî navenda depokirina kîmyewî ya li Kendava Kocaeliyê çalakiya sabotajê kirin. Hate ragihandin ku navend tevî wesayitên tê de bi temamî îmha bû.

Mîlîsên Sînan Dersim ên Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) li ser çalakiyê ev agahî dan:

"Li dijî zext û terora desthilatdariya faşîst çalakiyên me dewam dikin. Li dijî terora faşîst a ku dixwaze serî li gelên me bide tewandin, li her derê em têkoşîna xwe bi wêrekiyeke mezin û biryardariyê geş dikin.

Me li Kendavê li çeperên aboriyê yên dijmin xistin. Bi navê Mîlîsên Sînan Dersim ên HBDH'ê li dijî navenda depokirina kîmyewî ya dijmin me çalakiya sabotajê lidar xistin.

Di 24'ê Cotmehê de saet 15'an li Kocaelî/Korfezê, navenda depokirina kîmyewî ya li Xaçerêya TUPRAŞ'ê bû hedefa çalakiya sabotajê ya mîlîsên me. Di encama çalakiya me ya serketî de qad bi temamî tevî wesayitên tê de îmha bû."