Milîsên HBDH'ê li Îzmîrê çalakiyek lidar xistin

Milîsên Şenol Sagaltici û Ûmît Tekîn ên HBDH’ê li Îzmîrê li dijî kargeha ku piştgiriya lojîstîk dide artêşa Tirk a dagirker çalakiyek lidar xistin.

Milîsên Şenol Sagaltici û Ûmît Tekîn ên Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) daxuyanî dan. Di daxuyaniya HBDH’ê de ev tişt hatin gotin:

"Me got, em dubare dikin: Me li ‘pişta eniyê’ ya artêşa ku ji bo dagirkirina Rojava û Başûr xist û em ê van çalakiyên xwe bidomînin. Dabînkerên artêşa faşîst a dagirker di hedefa me de ne.

Hemû kargeh, sazî û atolyeyên ku ji bo artêşa Tirk xwarin û cilan amade dikin, çek û cebilxaneyan hildiberînin di hedefa me ya rewa de ne.

Weke milîsên Şenol Sagaltici û Ûmît Tekîn me di 23’ê Îlonê de li Îzmîrê li dijî lojîstîka TSK’ê çalakiyek li dar xist.

Li Torbaliya Îzmîrê li dijî fabrîqeya doşekan a ku piştgiriya lojîstîk dide TSK'ê, me bi rêbazeke taybet çalakiya sabotajê li dar xist.

Fabrîqeya Armis a doşekan ku li Kargeha Sanayî ya Torbaliya Ataturkê xebat dide meşandin, fabrîqeyek ku ji bo artêşa faşîst hilberînê dike. Hemû xetên lojîstîk ên TSK'ê hedefên xwezayî yên mîlîsên me ne. Di nava van hedefan de kargeha Torbaliyê jî heye.

Di encama çalakiya me de qadeke 30 hezar metrekare bi temamî bû xwelî û kargeh êdî nayê bikar anîn.

Em ê li “pişta eniyê” hemû xetên lojîstîk ên artêşa faşîst a dagirker bixin. Em ê nehêlin celladên gelên me bi azadî li tu derê bigerin!

Em soz didin gelê xwe ku biryardariya hevrêyên xwe Şenol û Ûmît a li ser rêya şoreşgerî û sosyalîzmê bi çalakiyên xwe bigihînin serkeftinê.”