Meclîsên Xwendekaran name ji CPT’yê re şandin

Meclîsên Xwendekaran ên Demokratîk, têkildarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku tecrîdkirî ye, name ji CPT’yê re şandin.

Meclîsên Xwendekaran ên Demokratîk (DOM) li Enqere, Stenbol, Kocaelî û Îzmîrê li ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi hevwextî name ji CPT’yê re name şand.

Di nameyê de hat diyarkirin ku ji ber bêhiqûqî û biryarên polîtîk 21 meh in ku tu agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin û CPT cihê ber li êşkenceyê bigire êşkenceyê rewa dike û ev tişt hatin destnîşankirin: “Haya me jê heye ku erka saziyên parastina mafên mirovan û girtina ber li êşkenceyê yên wek CPT’yê rewakirina êşkence, şer û mêtingeriyê û kêmkirina berteka gel e. Ev name wê bi fizîkî biçe ji CPT’yê re lê ya rast name ji bo hemû xwendekar, ciwan, jin û gelên Rojhilata Navîn e. Armanca me ew e ku em nerewabûn û bêhiqûqiya van saziyan nîşan bidin û diyar bikin ku hêza wê eşkenceyê ji holê rake, hêza cewherî ya gel e.“