Li Stenbolê rojnamevan Zeyneb Kûray û 10 karker hatin destgîrkirin

Li Stenbolê polîsên dewleta Tirk nûnerê Sendîkaya YDA jî di nav de 10 karkerên ku ev 3 rojin di çalakiyê de ne destgîr kirin. Her wiha rojnamevan Zeynep Kûray ku çalakî dişopand jî destgîr kirin.

Karkerên înşiatê yên li Şantiyeya Navenda Fînansê ya YDA Groûp’ê dixebitîn, ji bo bidestxistina mafên xwe ev 3 roj in li ber xwe didin. Çalakî îro li pêşiya ofîsa YDA Groûp’ê berdewam kir. Karker li ser rêya E-5’ê heta ofîsa YDA Groûp’ê bi dirûşmeyên “Karkerên înşaetê bi tenê nînin” û “Me keştî şewitandin êdî veger tune ne” meşiyan.

Karker, li pêşiya ofîsa YDA’yê ji aliyê hêzên ewlekariya taybet ve hatin derbkirin. Piştre jî polîsên hatin cihê çalakiyê û karker dorpêç kirin. Di navbera polîsên ku dixwestin karkeran destgîr bikin û karkeran de rageşî derket. Karker ketin bin milê hev û dirûşm berz kirin. Piştre jî polîsan nûnerê sendîkayê jî di nav de 10 kes ji pişt ve kelemçe kirin û destgîrkirin.

Di heman demê de polîsan rojnamevanên ku çalakî dişopandin jî derb kirin da ku nekarin dîmenan bigirin. Rojnamevab Zeynep Kûray dema çalakî dişopand hate destgîrkirin.