Li Stenbolê afîşên 'Aştî nabe ku bê tecrîdkirin'

Li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Stenbolê afîşên "Aştî nabe ku bê tecrîdkirin" hatin daliqandin.

Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ya Stenbolê ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek deverên bajêr afîş daliqand.

Afîşên bi nivîsa "Aştî nabe ku bê tecrîdkirin" ku wêneyên Abdullah Ocalan li ser bûn, di serî de Beyoglû li gelek qadên bajêr hatin daliqandin.

Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ya Stenbolê li ser hesabên medya dîjîtal ev daxuyanî da: "Li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Birêz Abdullah Ocalan û li hemberî polîtîkayên şer, yekane çareserî li Îmraliyê ye! Azadiya Birêz Ocalan wê ji bo gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn bibe aştî û azadî."

Meclîsa Xwendekarên Demokratîk (DOM) jî li gelek nuqteyên bajêr dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" û "Bi ciwanên pêşeng re ber bi civaka azad" nivîsand û bang li her kesî kir ku li ber tecrîdê rabe.