Li Amed û Edeneyê 15 kes hatin destgîrkirin

Li Amed û Edeneyê herî kêm 15 kes hatin destgîrkirin.

AMED

Li navçeya Peyas û Farqînê yên Amedê polîsan vê sibehê bi ser gelek malan de girt. Li Taxa Hûzûrevlerî ya Peyasê Mûhsîn Acar û Dîlan Kartal hatin destgîrkirin. Li taxên Ferîdûn û Baglarê yên Farqînê jî polîsan bi ser malan de girt û Abdullah Arşîmet, Abbas Nakçî û Bariş Nakçî destgîr kirin. Hat ragihandin ku polîsan li Abbas Nakçî dane û ew bi cilên wî yên bi xwîn birine emniyetê. 

Her wiha di serdegirtina li Amedê de Berdan Çelîk jî hat destgîrkirin. Sedema destgîrkirinê nehate hînbûn.

EDENE 

Li Edeneyê jî polîsan avêt ser malan û herî kêm 9 kes destgîr kirin. Her 9 kes li Midûriyeta Polîsan tên ragirtin. Ji nav kesên hatine destgîrkirin, heta niha navê du kesan zelal bûye. Hate ragihandin Mahabad Bugdayci û Îbrahîm Dogan hatine destgîrkirin.