Li Îzmîrê nobeta xizmên girtiyan di roja 120’an de ye

Xizmên girtiyan li Îzmîrê Nobeta Edaletê di roja 120’an de domandin.

Di roja 120’an a çalakiya Nobera Edaletê de xizmên girtiyan banga berdana girtiyên nexweş kirin û gotin, "Em ê her tim li her derê daxwazên xwe bînin ziman."

Nobeta Edaletê ya ku ji aliyê xizmên girtiyan ve ji bo azadiya girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê wan qediyaye lê nayê berdan û ji bo rakirina tecrîda li girtîgehan hat destpêkirin, li ber Baroya Îzmîrê di roja 120’an de berdewam dike. Di çalakiya ku xizmên girtiyan pêşmala bi nivîsa “Ji girtiyên nexweş re azadî” li xwe kiribûn de, Rêxistina Navçeya Çigliyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî amade bû.

Hevseroka HDP'ê ya Navçeya Çîglî Emîne Tufan diyar kir ku ew naxwazin cenaze ji girtîgehan derbikevin û got, "Ev çend meh in dayik li derve ne. Rayedar bêdeng in, çav û guhên xwe girtine. Girtî bê sedem li girtîgehan tên ragirtin. Tu sûcên wan tune. Bila girtiyên nexweş serbest bên berdan. Bila tecrîd bi dawî bibe.”

Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Çîglî Huseyîn Aktaş jî got, "Em dixwazin girtiyên nexweş bên dermankirin. Daxwazên dayikan daxwazên me ne. Em ê her tim daxwazên xwe bînin ziman û li her derê bêjin ku em li dijî şer in."