Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê serhildan belav dibe, bi hezaran kes hatin destgîrkirin

Çalakiyên protestoyî yên ku piştî qetilkirina jina Kurd Jîna (Mahsa) Emînî ji aliyê polîsên exlaqê ve li Tehranê destpêkiribûn, di roja 8’an de berdewam dikin, bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran kes hatin destgîrkirin.

Di 13’ê Îlonê de li Tehranê Jîna Emînî ya 22 salî bi hinceta ku laçkeya xwe baş nedaye serê xwe û porê wê xuya kiriye, bi êşkencê hate destgîrkirin û piştî sê rojan ku li nexweşxaneyê ma jiyana xwe ji dest da. Çalakiyên protestoyî yên piştî vê bûyerê destpêkirî li her derê belav dibin.

Dîmenên çalakiyên protestoyî yên li ser torên medyayên dîjîtal, bi taybetî yên li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Tehran Welîesir, Êkbatan, Setarxan, Sadiqiye, Aryaşehir û Seadet Abad ên Îranê bi girseyî hatin parvekirin.

Di xwepêşandanan de dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” (Zen, Zendegî, Azadî) ku ji Sine destpê kir û li bajarên din belav dibe gelek caran tê bihîstin.

Tevî ku hêzên dewletê li Sine bi guleyên rastî  girse gulebaran kirin jî, gel dirûşmeyên “Bimre dîktator” berz kirin.

LI ŞINO PÊLA DESTGÎRKIRINÊ DESTPÊ KIRIYE

Li bajarên Pîranşar û Mehabadê jî çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin. Bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê roja Înê kete bin kontrola gel. Navenda Hêzên Muhafizan hatin şewitandin. Di dema ku gelek yekîneyên polîsên taybet sewqî bajêr hatin kirin, derfetên ragihandinê bi taybetî înternet qut bûn. Hin çavkanî radigihînin ku li bajêr pêlê binçavkirinê dest pê kiriye.

TENÊ LI GIYALANÊ 740 KES HATIN DESTGÎRKIRIN

Li gor nûçeya ajansa Tesnîm ku dispêrîne fermandariya polîs, tenê li bajarê Gîlanê 739 kes hatine destgîrkirin.

BI DEHAN KES JIYANA XWE JI DEST DAN Û NÊZÎ 5 HEZAR KES JÎ HATIN DESTGÎRKIRIN

Li bajarên Şîraz, Rezcan û Newşehîrê jî çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin. Li gorî çavkaniyên muxalefetê yên Îranê, xwepêşandan li 31 eyaletan herî kêm li 139 bajaran belav bûne. Heman çavkanî radigihînin ku 140 kes hatine qetilkirin û zêdetirî 5 hezar kes jî hatine destgîrkirin.

Li gorî daneyên fermî 39 kes jiyana xwe ji dest dane. Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (IHR) ku navenda wê li Osloyê ye, roja Înê ragihand ku herî kêm 50 kes hatine qetilkirin.

Çavkaniyên muxalefetê diyar kirin ku li 21 cihan li Tehranê û li bajarên cuda di navbera muhafizên şoreşê, endamên îstixbarata ku bi cil û bergên sivîl tevdigerin, milîsên Besîc û ciwanan de şer qewimîn.

REÎSÎ GEF XWAR

Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî piştî ku ji Emerîkayê vegeriya, telefonî malbata yek ji hêzên dewletê yên kuştî kir, gef li xwepêşanderan xwar. Reîsî diyar kir ku, ji bo dawî li çalakiyan bînin hêzên dewletê wezîfedar kirine.

Di vê navberê de, rayedarên Yekîtiya Gelên Îranê ya Îslamî ku ji aliyê kesên nêzî serokkomarê berê Muhemed Xatemî ve hatiye avakirin, daxwaz kir ku guhertinên qanûnî yên ku wê bibe sedema rakirina qedexeya sereke ya rêxistinê ya mecbûrî bê kirin.

Heman pêkhate daxwaza rawestandina xebatên Polîsên Exlaqê û rêdana ji çalakiyên aştiyane re kir. Her wiha daxwaza avakirina komîsyoneke bêalî ya lêkolînê li ser qetilkirina Jîna Emînî û serbestberdana bilez ya kesên hatine destgîrkirin kir.