KNK: Hikûmeta Ermenistanê xiyanet li Kurd û Ermenan kir!

Konseya Rêvebir a KNK’ê radestkirina du şervanên Kurd ji aliyê Erîvanê ve ji bo dewleta Tirk şermezar kir û got: “Hikûmeta Ermenistanê bi radestkirina şervanên Kurd, xiyanet li Kurd û Ermenan kir.“

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi daxuyaniyek nivîskî radestkirina du şervanên Kurd ji aliyê Erîvanê ve ji bo dewleta Tirk şermezar kir û bang li gelê Ermen kir ku li ber vê hikûmeta xayîn rabin di zûtirên demê de desthilata Ermenistanê ji xayînan paqij bikin.

Daxuyaniya KNK’ê wiha ye:

“Du şervanên azadiyê yên Kurdistanê Leheng (Atîlla Çîçek) û Alîşêr (Huseyîn Yildirim), di meha Tebaxê ya sala 2021’î de li ser sînorê Ermenistanê rastî hêzên Ermen hatin. Ji bo pirsgirêkek dernekeve, bi awayekî dostane nêzîkê hêzên Ermen bûn. Hêzên Ermenistanê ew girtin û radestî dadgehê kirin. Dadgeha bilind a Ermenistanê roja 23’yê Sibata 2022an de, biryra berdana wan da. Pêwîst bû ku bihatana berdan lê îstixbarata Ermenistanê Leheng û Alîşêr ji zindanê derxistin û birin cihekî nediyar.

Piştî vê rewşê, rêxistin û kesayetên Kurd û dostên Kurdan, ketin nava tevgerê ku bi aqûbeta van şervanan bizanin û wan azad bikin. Hingê rewşa Leheng û Alîşêr, kete rojeva KNKê jî. Em jî weke KNK, bi peywendiyên xwe me diyalog danî û xwest ev şervan bên azadkirin. Rayedarên Ermenistanê, bi rêya hinek kesan agahiyên nerast belavkirin û xwestin rê li ber dostan bidin windakirin. Ji ber van sedeman lêgerîna me bê encam man.

Paşê derket holê ku hikûmeta Paşînyan bi dewleta Tirk re têkiliyên qirêj danîne, li ser van şervanan bazariyên neexlaqî û nemirovane kirine û ew radestê MÎT‘a Tirk kirine.

Îstixbarata Ermenistanê bi vê kiryara xwe ya qirêj, bûye weke şaxekê MÎT‘ê.  Bi vê helwesta xwe ya kirêt û bêexlaq, hikûmeta Paşînyan li gelê Kurd, li gelê Ermen û li nirxên mirovahiyê xiyanet kiriye. Her wiha hikûmeta Paşînyan bi vê helwestê, jenosîda 2015’an a li ser gelê Ermen erê kiriye û bûye hevkarê êrîşker û dagirkerên Qerebaxê jî. Di heman demê de ev helwest, hewildana xerakirina pira dostanîyê ya di navbera gelên Kurd û Ermen de ye.

Bi vê minasebetê em hikûmeta Ermenistanê bi tundî şermezar û mehkûm dikin. Em bang li gelê Ermen dikin ku li ber vê hikûmeta xayîn rabin di  zûtirên demê de desthilata Ermenistanê ji xayînan paqij bikin.“