Kaya: Tifaqa heyî ne bes e

Berdevkê SMF’ê Bariş Kaya diyar kir ku Tifaqa Ked û Azadiyê xwe bi pêkhateya heyî ve sînordar nake, wê hemû dînamîkên têkoşîna civakî bigire nava xwe.

Berdevkê Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF) Bariş Kaya têkildarê Tifaqa Ked û Azadiyê ji ANF’ê re axivî. Kaya diyar kir ku xebatên Tifaqa Ked û Azadiyê, li dijî polîtîkayên hilweşandinê yên AKP-MHP’ê, bi armanca avakirina têkoşîna hevpar, dest pê kiriye û destnîşan kir ku aliyê wê yê herî giring ew e ku her diçe berfirehtir dibe.

Kaya anî ziman ku di serî de polîtîkayên hilweşînê yên aborî û siyasî yên desthilatdariyê, wan, li dijî êrîşên faşîst ên li ser hemû civakê dest bi xebatên xwe kiriye û got: “Eger ku em konjenktura siyasî ya ku em tê de ne jî bidin ber çavan, pêvajoya siyasî ya ku li dora krîza aborî û siyasî bi pêş dikeve zemînekê ku em hêzên demokratîk bikarin di rêxistinkirina pêvajoya siyasî ya di vê çarçoveyê de roleke dînamîk bilîzin. Desthilatdariya AKP-MHP’ê û di serî de CHP muxalefeta bûrjûwa, di çarçoveya sermayeya ku nûneriya wê dikin de hewil didin ku vê pêvajoya bi şer li gor berjewendiya xwe bi kar bînin.

Kaya destnîşan kir ku tifaqa gel a ku li dijî desthilatdariyê hatiye avakirin, ji desthilatdariya heyî cuda ye û wiha pê de çû: “Krîza aborî û siyasî ya ku desthilatdariya AKP-MHP’ê bûye sedem û wek em hemû dizanin muxalefeta civakî hîs kiriye. Li gel vê yekê bloka bûrjûwaya muxalefetê ya CHP’ê jî ku hewil dide li ser îtîrazkirina şert û mercên xerab cih bide desthilatdariya xwe ya bûrjûwa, tenê cudahiyeke wê ji desthilatdariya heyî heye; soza vegerîna li pergala parlamenter dide.  Ji derveyê vê pergala ku weke reçeteyek a çareseriyê ji hemû pirsgirêkên civakê re, tê pêşkêşkirin ne tu tiştekî din e. Bloka ku em jê re dibêjin maseya şeşpartiyî, ne xwediyê wê fam û ferasetê ye ku parastina girseyên ku tên perçiqandin û çewisandin bike; lê modelek a ku desthilatdariya sermayeyê diparêze. Maseya şeşpartiyî, vegera li dema avakirina komarê di sedsala bîst û duyemîn de, weke çareserî pêşniyaz dike. Divê em destpêkê vê fêm bikin. Bi tu awayî nikare dest bide doktrîna neolîberal a ku hovîtiya pergala kapîtalîst a di roja me de ye. Ew tişta ku ew weke rêya çareseriyê ya pirsgirêkên aborî û siyasî pêşwazî dikin, derewek e ku ew bi xwe jî pê ne bawer in. Di serî de pirsgirêka navneteweyî ya Kurd, di mijara gelên hatine çewisandin û baweriyan de, kesên li ser zemînekê demokratîk ê bûrjûwa jî nekarin çareseriyekê daînin holê, îro ne pêkan e ku qala demokrasî, mafên mirovan û azadiyê bikin.”

ARMANC DI DEMEKE KURT DE, ŞANDINA AKP-MHP’Ê YE

Kaya got ku armanca sereke ya SMF’ê ew e ku di demeke kurt de desthilatdariya AKP-MHP’ê bişîne, di demeke navîn de pêkanîna destkeftiyên demokratîk, di demeke dirêj de jî avakirina pergala sosyalîst a karker û kedkarên ku pergala kapîtalîzmê biguherînin û têkildarî armancên Tifaqa Ked û Azadiyê de. Kaya anî ziman ku ev, xalên me yên hevpar in ku em diparêzin û ev tişt got: “Ji bo tenduristî, perwerde, ragihandin, xizmetguzariya hatin û çûyînê, xanî û mafên bingehîn ên mîna wan bi derfetên giştî bînin rewşeke bêpere; di zayend, netewe, bawerî û nasnameyên etnîkî de avakirina wekheviya tam a maf; di her aliyî de rawestandina texrîbata xwezayê; ji holê rakirina hewcedariya bi hêzên emperyalîst re; li dijî şer, faşîzm û paşeverûtiya di siyaseta ji derve û hundirîn de serwerkirina aştiyê; bipêşxistina destûreke bingehîn a demokratîk ku cudakirina hêzan dike armanc û tê de hêj bêhtir mafê axaftinê dibe ya gel.”

‘EM Ê XWE BI PÊKHATEYÊN HEYÎ SÎNORDAR NEKIN’

Kaya anî ziman ku mijara bipêşketinê aliyê herî giring ê Tifaqa Ked û Azadiyê ye û wiha got: “Em di her civînê de ji bo rojevên nîqaşan, li ser rêbazan difikirin. Tifaqa Ked û Azadiyê ne xwedî aliyekê polîtîk e ku xwe bi pêkhateya heyî sînordar bike. Armanca tifaqê ew e ku hemû dînamîkên civakî yên parçeyên têkoşînê bigire nava xwe. Pêngavên û xebatên şênber ên ku li ser vê xalê tên avêtin û kirin, wê di pêvajoya pêşiya me de teşe bigire. Ji beşên herî berfereh, em ji rêxistinên demokratîk bigirin xwesteka me ew e ku em bi komên karker, kedkar, neteweyên çewisandî û yên demokratîkbûnê diparêzin re hevdîtinan çêbikin.“

‘EM BI HEV RE TÊKOŞÎNÊ GEŞ BIKIN’

Berdevkê SMF’ê Bariş Kaya, bang li hemû pêkhateyên alîgirên demokrasiyê yên ku wê di civîna Tifaqa Ked û Azadiyê ya 24’ê Îlonê li Navenda Kongreya Halîç a Stenbolê bê lidarxistin û ‘Nexşerêya’ xwe ragihîne bên ba hev, kir û got: “Di eniya têkoşîna civakî de yek ji destkeftiyên giring Tifaqa Ked û Azadiyê ye. Mezinkirina wê û bi girseyên berfireh ve veguhertina hêzeke madî, yek ji erkên me yê sereke ye. Em di serî de çîna karker û kedkaran, bang li hemûyan dikin ku li dora Tifaqa Ked û Azadiyê bibin yek. Her wiha bang li wan dikin ku bi hev re têkoşîna civakî geş bikin. Herî dawî em hemû gelê xwe, dostên xwe yên karker û kedkar, her kesê ji bawerî û neteweyên hatine çewisandin vedixwînin civîna gel a wê 24’ê Îlonê li Navenda Kongreya Halîçê bê lidarxistin.”