Jinên Tîrêjên Rojê li Stenbol û Wanê 2 çalakî kirin

Înîsiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê ragihand ku li Stenbolê 2 wesayitên 'faşîstan' şewitandine û li Wanê jî li hemberî komeleya Mûshafa çalakiyeke çekdarî lidar xistin.

Înîsiyatîfê bi daxuyaniyekê ragihand ku 5'ê Kanûnê li Eyupê 2 wesayitên 'faşîstên AKP-MHP'î şewitandine.

Di heman daxuyaniyê de hate gotin, "Yekîneyên me heman rojê saet di 02:00 de li navenda sûka Wanê li hemberî komeleya Mûshafa çalakiyeke çekdarî kirin."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li Kurdistanê karên cemaatan, bi taybetî jî li her taxên Wanê bi vekirina malên cemaatê zêde bûne. Em bang li ciwanên xwe dikin ku li hemberî van rêxistinbûyînan hişyar bin, derdora xwe hişyar bikin."