Ji bo kesên şivan Çelîk qetil kirin xelat: Ji dadgehê re spas kirin

Ji cerdevanên ku li Midyadê şivanê bi navê Mûsa Çelîk qetil kiribûn 2 jê beraet kirin û serbest hatin berdan. Ji yekî re jî cezayek wek xelat hat dayîn. Kujeran spasiya heyeta dadgehê kirin.

4'emîn rûniştina doza ku sercerdevan Şukru (Şirîn) Akçay û birayên wî Veysî û Mahsum Akçay şivan Mûsa Çelîk ê di 21'ê Mijdara 2021'an de li taxa Mesken a navçeya Midyadê ya Mêrdînê qetil kiribûn hat dîtin. 3 girtiyên ku bi sûcê “kuştina bi zanebûn” tên darizandin, tevlî rûniştina li Dadgeha Cezayê Giran a Midyadê bûn. Di rûniştinê de Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Parêzerên Şaxa Mêrdînê û parêzerên bersûc jî ligel malbatan beşdarî rûniştinê bûn.

Serdozgeriyê der barê esasê xwe de rayeya xwe dubare kir û xwest sercerdevan Şukru Akçay bi sûcdariya "kuştina bi qestî" bê cezakirin. Her wiha ji ber Akçay “wezîfedarê dewletê ye” ceza bê zêdekirin û bi îdîaya “di bin provakasyona neheq” de cînayet kiriye, xwest ku ceza were kêmkirin. Di rayeya dozgerî de hat xwestin ku Veysî Akçay bi îdiaya "tehdîda bi kalîte" bê cezakirin û ji bo birayê wî Mahsum Akçay beraat xwest. Akçayê ku di parastina xwe ya berê de gotibû "me ji bo dewletê dikuşt”, ji bo Çelîk îdiaya xwe ya "terorîst" berdewam kir.

JI BIRAYÊ ÇELÎK NERAZÎBÛN

Birayê Çelîk Mahsûm Çelîk jî diyar kir ku ew kêmkirina "provakasyona neheq" ya ku di rayeyê de tê xwestin qebûl nakin û got, "Dixwazin cînayetê bikişînin ser esasen rewa. Ji ber vê yekê parastina terorê dikin. Ger ku wan birayê min qetil nekiribin wê demê kê qetil kir? Birayê min ê 27 salî ji mafê jiyanê bêpar ma. Ez dixwazim kujer bên cezakirin."

Ji parêzerên Malbata Çelîk, Leyla Kaya ku piştre parastin kir, bal kişand ser cinayetê ku bi hevkarî pêk hatiye û xwest kêmkirina provokasyonê ya neadil neyê sepandin.

Parêzer Erdal Kûzû jî anî ziman ku Çelîk ciwanekî 27 salî bû ku ji jiyanê bêpar hatiye hiştin û got, "Divê cezayek giran bê dayîn.”

Parêzer Leyla Çelîk Guneş jî got, "Rayeya Serdozgeriyê weke daxwaznameya ku li ser navê parêzerên bersûc hatiye nivîsandin. Ji ber vê yekê em vê rayeyê qebûl nakin. Divê bersûc qebûl bikin ku bi awayek hevpar sûc kirine û li gorî vê yekê divê bên cezakirin."

BIRYARÊ DADGEHÊ

Heyeta dadgehê ji ber sûcê "kuştina bi zanebûn di bin provakasyona nehiqûqî de" 12 sal û 6 meh ceza li sercerdevan Şukru Akçay birî û biryara berdewamkirina girtina wî da. Ligel ku dadgeh diyar kir ku Veysî Akçay bi awayek bêserûber gulebaran kiriye jî der barê wî de bi îdîayê  “di bin provakasyona neheq de tehdîda bi çek” salek û 8 meh ceza hat dayîn û hat berdan. Mahsum Akçay jî beraat kir.

JI BO DADGEHÊ SPASÎ KIRIN!

Piştî biryarê Şukru Akçay bang li heyeta dadgehê kir û bi dengek bilind got, "Ez te sipas dikim serokê min. Bijî zilamên dewletê yên wek te. Em dewletparêz in." Her wiha dema ku bersûc ji salonê derdixistin bi qîrîna dirûşmên "Em neviyên Osmanî ne. Em dewletparêz in" bal kişand.

Parêzeran biryarê li derveyê dadgehê nirxandin û diyar kirin ku ev ceza wek xelat ji bo wan hatiye dayîn û gotin ku ew ê îtîrazî vê biryarê bikin.